ŞAREDARIYA GEL RÊYÊN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ÇAKSAZ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi çaksazkirin û zifitkirina rêyên her du taxan kiriye.
Rêveberê Şaredariya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şahîn Mistefa diyar kir ku ziftkitin û çaksazkirina rêyan li ser 3 qonaxan hatiye dabeşkirin.

Tevî rewşa awarte ya ku Sûriyê tê re derbas dibe, lê dîsa jî sazî û desteyên Rêveberiya Xweser ji bo belavkirina xweşiyê û pêkanîna pêdiviyên welatiyên her tim di nava tevgerê de ne.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi çaksazkirin û zifitkirina rêyên taxan kirin.

Rêveberê Şaredariya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şahîn Mistefa diyar kir ku ziftkitin û çaksazkirina rêyan li ser 3 qonaxan hatiye dabeşkirin.

Şahîn Mistefa behsa berferhiya projeyê kir û anî ziman ku ev proje li ser daxwaza xelkên taxê hatiye destpêkirin.Li gorî şaredariya gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê bi qasî 5 kîlomtreyan rê were ziftkitin, her wiha di demên pêş de jî tevahî rêyên xerabbûyî dê werin çaksazkirin.

Share This Article