JI BER ŞERÊ LI LUBNANÊ BI HEZARAN SÛRÎ VEDIGERIN HERÊMÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê bi hezaran sûrî ji Lubnanê vedigerin warên xwe.

Rêveberiya Xweser bi rêya şaneya krîzê kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike.

Penaberên ku ji Lubnanê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûne ji Rojava Tv re gotin ku jiyana wan li herêmên Rêveberiya Xweser bi ewletir bû.

Ji destpêka şerê li Lubnanê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew amade ye kesên ji Lubnanê derdikevin, pêşwazî bike û rêwîtiya wan ber bi herêmê ve hêsantir bike.

Rêveberiya Xweser ji bo ku navendan ji kesên vedigerin herêmê re peyda bike, şaneya krîzê ava kir.

Li gel wê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî şane hat avakirin û penaber hatin pêşwazîkirin.

Penaberên ku ji Lubnanê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûne ji Rojava Tv re gotin, ji bo pêkanîna pêdiviyan Meclîs û Komîn bi wan re dibin alîkar.

Her wiha penaberan anîn ziman ku jiyana wan li herêmên Rêveberiya Xweser bi ewletir bû. Rêveberiya Xweser bi rêya şaneya krîzê kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike.

Share This Article