Di dîroka gelan de hin kêlî hene ku dibin bingeha guhartinên dîrokî yên ber bi rûmet û edaletê ve, Serhildana 12’ê Adara 2004’an a bajarê Qamişlo jî di dîroka gelê Kurd de cihekî girîng girt.
Bûyerên 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo ji maçeke futbolê ya di navbera tîma Cîhad û tîna Fituwê de dest pê kir.
Wê demê rejîma Baas cudabûna neteweyî ya di navbera herdu aliyan de ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û di navbera alîgiran de siloganên neteweperest belav kirin.
Piştre rewş aloztir bû û gule li alîgirên sivîl ên Kurd barandin û di encamê de 38 sivîl şehîd bûn û bi hezaran hatin girtin. Ev komkujî bû sedem ku gel li dijî zordariyê serî hilde.
dayika yek ji şehîdên 12’ê Adarê Sîwan Kewê, Zehra Ehmed, wan bûyerên 12’ê di bîra xwe de tîne û çîroka şehadeta Kurê xwe ji ROJAVA TV re vedibêje.
dayika şehîd Sîwan Zehra Ehmed da xuyakirin ku armanca kumkujiya 12’ê Adarê qirkirina Gelê Kurd bû, lê bi serhildanê tevahî pilanên rêjîna têkçûyî pûç bûn.
Qirkirina li dijî Kurdan a di 2004’an de pêk hat, veguherî serhildaneke mezin û bi xwe re têkoşîn û berxwedanî anî, îro bi heman hişmendiyê kumkujî li dijî Elewiyan û pêkhateyên din ên li Sûriyê tê kirin.
