FESTÎVALA 3’YEMÎN YA”ARÎN BISK Û ZULFÊN AŞTIYÊ” DI ROJA 4’AN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Festîvala 3’yemîn ya”Arîn bisk û zulfên aştiyê” li bajarê Kobanê di roja xwe ya 4’an de bi pêşkêşkirina şanoyan dewam dike.
Derhênerên ku beşdarî Festîvalê bûne anîn ziman ku, ew di şanoyên xwe de êş û pirisgirêkên civakê vedibêjin.

Festîvala 3’yemîn ya”Arîn bisk û zulfên aştiyê” ku bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û TEV-ÇAND, li bajarê kobanê li dar ket, di roja xwe ya 4’an de didome.

Di roja 3’an a festîvalê de bi dehan endamên saziyên rêveberiya xweser û endamên saziyên civaka sivîl amede bûn.

Her wiha şanoya bi navê “Mom û çira” ya navenda Hîlala zêrîn a bajarê Hesekê, şanoya “Guhertin” a navenda hîlala Zêrîn a bajarê kobanê hatin pêşandan.

Derhênerên beşdarî festîvalê bûne anîn ziman ku wan di şanoya xwe de hewl dan rêûresên şaş ên di civakê de ji beşdaran re pêşkêş bikin.

Her wiha Derhêner Fatma Mihemed jî ku beşdarî festîvalê bûye got, ew herî zêde di şanoyên xwe de êş û pirisgirêkên civakê vedibêjin.

Festîval her 2 salan di 5’ê Cotmehê de ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çane û Hunerê ya Mezopotamyayê ve tê lidarxistin.

Share This Article