Nivîsgeha Zarokan a Komîteya Jinan ya Encumena Sivîl a Reqayê Bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek li dar xist.
Nivîsgeha Zarokan a Reqayê bi hevkariya Baxçeyê Zarokan ê Fereh şahiyek li Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.
Di şahiyê de zarokên bajêr, malbatên wan, Endamên Encumena Sivîl a Reqayê, endamên nivîsgehê, saziyên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û roja zarokan ya Cîhanî hat pîroz kirin.
Paşê zarokan şano, stran û helbest pêşkêş kirin.
