Kongra Star di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, Konferansa Sosyolojiya azadiyê li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê, lidarxist.
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dirûşma “Çareserkirina pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye” bi beşdariya çalakvan û endamên rêxistinên jin û saziyên sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket.
Di konferansê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, Paşê belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.
Her wiha encamên giştpirsîna li ser pirsgirêkên civakî yên jinan ku ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ve hatibû pêkanîn, hatin parvekirin.
Di giştpirsînê de gelek dozên wekî tundî, kuştin, zewicandina zarokan, pirkirina jinan û zayendperestî cih girtin, Paşê nîqaş liser hatin kirin.
Di konferansê de pirsgirêkên ku jin pêre rûbirû dimînin hatin nîqaşkirin û çareseriyên li gorî felsefeya rêber apo jî hatin vegotin.
konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi biryarên pêşxistina xebatên perwerdekirina jinan, pêşxistina rewşa aborî ya jinan û bidawîkirina tundiya li dijî jinan, bidawî bû.
