Piştî ku rejîma Baas’ê hate hilweşandin, çavê koçberên Efrînî li wê yekê bû ku çeteyên Tirkiyê ji Efrînê derkevin û ew careke din vegerin warê xwe, lê ta niha çete derneketine û hîna jî kiryarên xwe didomînin.
Endam û rêveberên kombenda Efrînê ya Civakî dibêjin, divê vegereke birûmet were dabînkirin û şer li seranserî axa Sûriyê were rawestandin.
Piştî rûxandina rejîma Baas’ê Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû û yek ji mijarên herî giring jî ku tê nîqaşkirin dosyaya koçberan û herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin.
Rêveberiya Xweser û QSD’ê di hemû danûstandinên xwe de, balê dikêşin ser derxistina çeteyan ji herêmên dagirkirî û dabînkirina vegereke birûmet.
Tevî vê rewşê jî, lê hîna kiryarên çeteyan yên li Efrîna dagirkirî nehatine rawestandin û her ku diçe ber bi zêdebûn ve bilind dibe.
Endamê rêveber yê Kombenda Efrînê ya civakî Îbrahîm Heftaro dibêje, divê vegereke birûmet were dabînkirin. Her wiha endamê komîteya lihevanînê yê heman kombendê Xelîl Xelîl jî daxwaz dike ku desthilata Şamê sînorekî ji çeteyên Tirkiyê re deyne.
Tevî ku beriya niha desthilata Şamê ragihandibû ku hemû komikên çeteyan hatine hilweşandin, lê raporên ku ji Efrînê tên û kiryarên çeteyan berovajî wê yekê tabloyeke cuda nîşan didin.
