Malên ji axê yên ku berê li gundan dihatin çêkirin xwedî girîngî û taybetmendiyeke cuda ye, nemaze di havînê de hênik in û di zivistanê de jî germ in.
Ev çanda kevnare hîna jî li Rojavayê Kurdistanê hatiye parastin.
Niştecihên gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişloyê jî her sal bi hatina zivistanê re di meha çile de malên xwe yên axî sererast dikin.
Niştecihê gund yê bi navê Ebdulhelîm Mehmûd got, her sal ew bi hatina zivistanê re xaniyên xwe çêdikin û heta niha xwedî li wê çandê derdikevin.
Her wiha Ibrahîm Mihemed jî ku ji heman gundî ye, diyar kir ku, ji ber hezkirina ji çanda kevnar re û parastina kelepûra dêrîn, ew çanda malên axî diparêzin.
Malên kelpîç an jî bi axê, ji demên civaka xwezayî de hatiye, li gorî derfetan şêniyan malên xwe ava kirine. Her wiha malên axîn bûne navenda lihevkombûna civakê, parastina ziman, dengbêjî û folklora resen ya gelê Kurd ku ta roj îro hatiye.
