bi hezaran koçberê Efrînê û xelkên Şehbayê ji bo şermezarkirina tundiya li ser zarokan û bi taybet bûyera dawî ya kuştina zaroka “Narîne Goran” meşek lidarxistin.
Meş bi pêşegtiya yekîtiya xwendekaran û yekîtiya jinên ciwan ji ber peymangeha Şehîd Vian Amara destpê kir û li ber bexçê serokatî veguherî mîtîngê.
mîtîng Bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê tevgera xwendekaran daxuyanî ji aliyê Avîn Dengilî ve bi zimanê Kurdî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de tundî û tawanên ku li dijî zarokan tên kirin hate şermezar kir..
