812 IRAQÎ JI KAMPA HOLÊ BER BI ÎRAQÊ VE BI RÊ KETIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di çarçoveya xebatên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û Parlamentoya Iraqê Îro danê sibeha 812 Iraqî ji kampa Holê derketin û ber bi xaka Iraqê ve çûn.

Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Ewlekariyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, îro komeke din a malbatên iraqî yên li kampa Holê, ji kampê derketin.

kom ji 812 kesan (233 malbat) pêk tê.

Ji destpêka îsal ve ev koma 11ˊan a Iraqiyan e ku ji kampê derdikeve.

Lê ji destpêka derxistina malbatên Iraqî ji kampa Holê û şandina wan ber bi welatê wan ve ev koma 28ˊan e.

Hêjayî gotinê ye ku di kampê de nêzî 13 hezar iraqî, 15 hezar sûrî û 6 hezar û 385 malbatên çeteyên DAIŞˊê hene.

Share This Article