YEKÎTIYA WERZÎŞÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÊŞBIRKEKE TAYKWANDOYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
2 Min Read

Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Werzîşê ya kantona Cizîrê Pêşbirka Taykwando ya vekirî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Di pêşbirkê de 65 lîstikvanên jin û mêr ji hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di çarçoveya xebatên xurtkirina sektora werzîşê, Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dem bi dem çalakiyên cihêreng li dar dixe.

Di vê derbarê de Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Werzîşê ya kantona Cizîrê, pêşbirka Taykwando ya vekirî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li stadyûma Şehîd Heysem Kico ya bajarê Qamişlo, li dar xist.

Ji bo agahiyên berfirehtir derbarê pêşbirkê de, Rojava TV bi Serokê Komîteya Amadekar a pêşbirka Taekwandoyê Kaptên Hisên Hisên re, hevpeyvînek pêk anî.Ji aliyê xwe ve lîstikvan Fehid El-Xetaf jî kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di vê pêşbirkê de û ji bo organîzekirina baş ku ji aliyê Yekîtiya Werzişê ve hatiye lidarxistin, nîşan da.

Ev cara yekemîn e ku pêşbirkeke weha li ser asta Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 65 lîstikvanan tê lidarxistin. Ev yek nîşan dide ku di rojên pêş de, dê pêşbirk hîn bihêz û mezintir be.

Share This Article