Rêvebera Rêxistina Stêrk ya Parastina Mafên Zarokan Perwîn Mihemed ji Rojava TV re axivî û kuştina Narîna Guran şermezar kir.
Perwîn Mihemed got, divê di zûtirîn dem de kujerê Narîn were cezakirin.
Di 21 Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zaroka 8 salî Narîn Guran winda bû.
Li gorî agahiyên ku dayika Narîn ragihandibû, piştî vegera Narîn ji kursa Quranê nema xuya kir.
Piştî ku malbata Narîn windabûna wê ragihand lêgerîneke berfireh hat destpêkirin û piştî 19 roja ji xebatên lêgerînê cenazeyê Narîn di çemê nêzî gund de hate dîtin.
Têkildarî mijarê Rêvebera Rêxistina Stêrk ya Parastina Mafên Zarokan, Perwîn Mihemed ji Rojava TV re axivî û
kuştina zarokan li bakurê kurdistanê şermezar kir.Her wiha Perwîn Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan û zarokan kir ku kujerê Narîn were cezakirin.
Li hember qetilkirina zaroka 8 salî ya bi navê Narîn Guran a ji Amedê bertekên tund derdikevin pêş û daxwaz ji aliyên peywendîdar tê kirin ku kujerên Narîn darizînin.
