SIYASETMEDARÊN REQAYÊ 6’EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA RÊVEBRIYA XWESER PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser mafên me parast, em ji koletiyê rizgarkirin, bi van gotinan Siyasetmedarên kantona Reqayê 6’emîn salvegra damezrandina Rêvebriya Xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê pîroz kirin û gotin, ew ê heta dawiyê li dora rêveberiya xwe bin.

îroj 6’emîn salvegera damezrandina Rêvebriya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye kU di demeke kurt deskeftiyên giran buha bi destxistin û aramî li herêmê maynde kir.

tevî êrîş, êşert û mercên zehmet ku herêm têre derbas dibe jî lê Rêvebeiriya Xwser karîbû yekîtiya di navbera gel û pêkhateyan de xurt bike.

Bi boneya 6’emîn salvegra damezirandina Rêvebriya Xweser Siyasetmedarên kantona Reqayê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin, bi saya pirojeya Rêvebriya Xweser ew ji zilm û zordestiyê rizgar bûn.

Her wiha Siyasetmadarên Reqayê tekez kirin ku ew ê heta dawiyê li dora rêveberiya xwesr bin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya siyasî û bidawîkirina pirisgirêkan li ser asta herêm û derveyî welat xebatan dimeşîne.

Rêveberiya Xweser di xebatên xwe de parastina gel û avakirina sûriyek demokratîk ne navendî esas digire.

Share This Article