QONAXA DUYEM A PÊŞBIRKA “NIVÎSKARÊN SIBEROJÊ” DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Qonaxa duyem a pêşbirka “Nivîskarên Siberojê” îro bi bi beşdariya 20 zarokan li bajarê Hesekê dest pê kir.
Pêşbirk ji sala 2020`an ve ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin.
Qonaxa yekem a pêşbirka îsal, meha Tîrmehê dest pê kir.
Li Hesekê pêşbirk bi tevlêbûna 20 zarokên ku temenên wan di navbera 10-18 saliyê de hate lidarxistin.
Di qonaxa duyemîn a pêşbirkê de zarokan kurte çîrokên ku berê xwendibûn dinivîsin û li pêş komîteya nirxandinê dixwînin.
Biryare ku zarokên di asta yekem de biserbikevin werin xelatkirin.

Share This Article