TIRKIYÊ NAVENDÊN BAJARÊN HERÊMÊ BOMBEBARAN DIKE ‎

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero derbarê êrîşên dawî yên li dijî herêmê ji RojavaTV re ‎nirxandin kir û got: Tirkiyê her dem bi rê û rêbazên cuda plan dike ku aramiya herêmê têk bibe ‎

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim bombebaranên wê yên li dijî herêmê, Hevserokê Desteya Hûndirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero ji televizyona ‎me re nixandin kir .

Hesen Şero got: Piştî ku hevgirtina gel û hêzên me planên dewleta Tirk û Hikumeta Şam li Dêrazor têk birin, Tirkiyê yekser ‎dest bi êrîşên qirkirinê li dijî gelê herêmê kir.

Her wiha Şero tekez ku Tirkiyê her dem bi rê û rêbazên cuda plan dike ku aramiya herêmê têk bibe .

Her dawî dagirkeriya Tirkiyê bi rêya balafireke xwe ya bê mirov di 22ê vê mehê de navenda Asayîşa bajarê Qamişlo ‎bombebaran kir û di encama êrîşê ‎de tenê zirarên madî pêk hatin.

Asayîşê bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku, ew ê heta dawiyê erkên xwe yên parastina ewlekariya herêmê pêk bînin.

Share This Article