Şandeyeke Kongra Islama Demokratîk û hevgirtina Al El Beyt, serdana Dêrazorê kir û bi rêveberiya kantonê, şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re civiya.
Serdan bi armanca piştgiriya xelkên dêrazorê li dijî êrîşên dawîn ên hikûmeta şamê û çakdarên dîfaa el wetenî pêk hat.
Şandeyê diyar kir ku xelkê dêrazor, şêx û rûspiyên wê bi QSD’ê re wê li hember her êrişekê bisekinin û nahêlin aramiya herêmê têkbiçe.
Di dawiya serdanê de şandeyê daxuyaniyek da û têde hate gotin, li hember her êrîşekê li dijî herêmê, Kongreya Îslama Demokratîk bi xelkê xwe yê Dêrazorê re ye, her wiha sersaxî da malbatên şehîdan û şîfa ji birîndaran re xwest.
KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK Û HEVGIRTINA AL EL BEYT SERDANA DÊRAZORÊ KIRIN
