Xelkên bajarên Kobanê û Helebê jî bi armanca pîrozkirina salvegera pêngva 15’ê Tebaxê şahiyên ji hev cuda lidarxistin.
Di şahiyan de hat gotin, Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka şoreşekê bû ku ew şoreş îro bû hêviya gelên bindest.
Bi boneya 40’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê li bajarên Kobanê, Heleb û Şehbayê jî çalakiyên girseyî li qadan hatin lidarxistin.
Li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi beşdariya şêniyên bajêr, endamên saziyan û nûnerên partiyên siyasî şahiya Pêngava 15ˊê Tebaxê hat lidarxistin.
Di şahiyê de hat diyarkirin ku, Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka şoreşekê bû ku ew şoreş îro bû hêviya gelên bindest ên cîhanê.
Piştî axaftinan peyama fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan a li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hat guhdarkirin.
Piştre komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
şahî bi stranên hunermend Ehmed Omer ê ji Reqayê û Subhî Dadilî yê ji Kobanî bi dawî bû.
Xelkên bajarê Helebê ji bo pîrozkirina salvegera pêngava 15’ê Tebaxê şahiyek li dar xistin.
Şahî bi dirûma” bi rihê 15’ê tebaxê têkoşîn bike, Rêber Apo û Kurdistanê azad bike” hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê li ser navê Fermandariya YPJ’ê ,Meclîsa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Hêzên Parastina Cewherî HPC axaftin hat kirin.
Di axaftinan de 15’ê tebaxê li her kesî hat pîrozkirin.
Di dawiyê de Komên sitran û govendan berhemên xwe pêşkêş kirin.
