dewreya perwerdehiyê ya hêzên Komandos ên QSD’ê ya bi navê şehîd Ronî Welat bi dawî bû.
Perwerde li ser bingehê waneyên bîrdozî û leşkerî hate dîtin û bi biryardarî û zelaliya fikir, bi pisporiya di taktîkên şer ên dema nû de, bi encam bû.
Fermandarê giştî yê hêzên komandosê Amûdê Amed bidawîkirina dewreya perwerdê li hemû şervanan pîroz kir û got, Perwerde wê bibe bingehê tevahî guhertinên zinhî û fikrî, Li ser vê bingehê ew ê karibin herêma xwe, biparêzin.
Fermandarê giştî yê hêzên komandosê Amûdê Amed di dawiyê de got , Ev perwerde wê bibe wesîleya li keramet û şerefa xwe xwedî derketin.
