Desteya Çand û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemahengiya Navenda Karûbarên Civakî çalakiyek hunerî ji bo zarokên ku ji kampa Holê derketine re, li dar xist.
Di çalakiyê de19 zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 12 salî de ne, beşdarî bûn û behreyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Çalakiya lidarketî, hefteyekê berdewam kir û bi pêşangeheke tabloyên ku ji aliyê zarokan ve hatine çêkirin bi dawî bû.
Desteya Çand û Şûnwaran destnîşan kir ku ev çalakî bi armanca jinûve aktîvkirina zarokan di nava civakê de û ji holê rakirina bandorên neyînî yên ku rastî wan hatine.
