XELKÊ BAJARÊ QAMIŞLO GAZINAN JI KALÎTEYA NAN DIKIN Û DAXWAZA BAŞKIRINA WÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di demên dawîn de bajarê Qamişlo rastî gazincên xelkê li ser nebaşbûna kaqlîteya nan hat.
Welatî daxwaza başkirinê û hesabxwestina ji kesên ku zirarê li debara jiyanê dikin, kirin.

Nan ji bo welatiyan madeyeke xam a girîng e û divê bi şekl û kalîteya pêwîst were çêkirin.

Lê di van demên dawî de daxwaz û gazindên xelkê Qamişlo li ser nebaşbûna kalîteya nan ji aliyê nanpêjên giştî ve zêde bûne.

Di vê derbarê de Rojava TV foksa da ser êş û azarên xelkê û daxwazên wan ji bo baştirkirina kalîteya nan, ku weke faktoreke bingehîn di jiyana şêniyên herêmê de tê dîtin.

Da ku em bêtir gazi ncan fêm bikin, kanala me hevpeyvînek bi berpirsê îdarî yê nanpêjxaneya otomatîk a bajarê Qamişlo “EbdulMelek Şilo” re kir, û sedemên kêmbûna kalîteya nan jê pirsî.

Di destpêka sala 2021’an de, pirsgirêka nebaşbûna kalîteya nan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket holê, wê demê rêveberiyê tedbîrên tund girtin û karîbû kalîteyê kontrol û baştir bike.

Welatî îro çavê wan li bendê ne ku kalîteya nan baş bibe.

Share This Article