2 SAL DI SER ŞEHADETA ROJNAMEVAN NAGÎHAN AKARSEL RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di 4’ê Cotmeha 2022’an de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ‎bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê di encama sûîqesta dewleta Tirk de şehîd bû.‎
Şehadeta nagihan akarsel ku pêşengiya xebatên jineolojî li her çar aliyên kurdistanê kir, hêrsek li gel ‎jinan çêkir li gel wê jî hêzek da jinan ku zanista xwe li pêş bixin û li ser şopa wê tevahî jinan azad bikin.‎
Derbarê salvegera duyemîn a şehadeta rojnamevan nagîhan akarsel de jinên reqa axivîn behsa ‎xebatên wê kirin û tekez kirin ku ew li ser şopa ş.nagihan dimeşin.‎

Jinên reqa gotin, dewletên hegemon û desthilatdar her dem hewil dane dengê jinê qut bikin lê bi saya ‎xebatên ş.nagîhan û tevahî jinên ku canê xwe fedayî azadiya jinê kirine, riya wan ronî bûye.‎

Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna Şehîd Nagîhan Akarsel dê “Rojên ‎Jînerjiyê” di navbera 2-5’ê Cotmehê de li dar bixe.‎
‎”Rojên Jînerjiyê” ku wê li Dêrikê bi çalakiyên cuda dest pê bike, di 5’ê Cotmehê de bi çalakiyên li Heleb, ‎Hesekê û Minbicê bi dawî bibe.‎

Share This Article