DI ÇARÇOVEYA EFÛYÊ DE 141 KES JI GIRTÎGEHA ELAYA Û DÊRIKÊ HATIN BERDAN

Rojava Tv
2 Min Read

Di berdewamiya biryara efûyê ya ku Rêveberiya Xweser ji bo girtiyên ku destên wan bi xwînê qirêj nebûne derxistiye, Desteya Edaleta Civakî 141 kes ji girtîgehên Elaya û Dêrikê serbest berdan
Rûspî û malbatên girtiyan xebatên rêveberiyê silav kirin û pêngav bi rêzdarî pêşwaz kirin

Desteya Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di ‎çarçoveya pêkanîna biryara efûyê ya ku Meclisa Gelan a Demokratîk derxistibû, beşa duyemîn ji ‎girtiyên girtîgeha Elaya ya Qamişlo û Dêrikê ku 141 kes in, hatin berdan.‎

Bi dehan malbatên girtiyan, rûspî û şêxên herêmê li pêş girtîgeha Elaya kom bûn û xizmên xwe ‎pêşwazî kirin. ‎

Di proseya berdana girtiyan de endamê eşîra El teyî Ferhan Hesen daxuyaniyek bi beşdarbûna bi dehan ji rûspiyan xwend.

Koordînatorê meclisa rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hember Hesen li ser biryara rêveberiyê hin hurgulî aşker kirin û jimara kesên ku ji efûyê sûd girtine, diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Eşîra El- Şeitat Ebdil Basêt El-Elî spasiya Rêveberiya Xweser li ser vê gave kir û xwest ku rêveberî rewşa girtiyên din jî lêkolîn bike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 17’ê Tîrmeha 2024ˊan de ‎biryara efûyê derxist, Ew biryar di civîna sê alî ya QSD, MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hat ‎dayîn.‎

Share This Article