MECLISA CIVAKÎ YA ERMENÎ KONGREYA XWE YA 1’EMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 1ˊemîn bi dirûşmeya “Em ê kar bikin, ava bikin û bi ser kevin tev komkujî û belavbûnê” li Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de 300 endamên ji meclis, pêkhateyên herêmê, hevserokê PYD’ê Salih Muslim, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Mehmûd Rl Mislit û hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso û Rûken Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim lidarxistina kongreyê pîroz kir û got:”Divê hemû gel û partiyên siyasî ji bo qirkirina Ermenan lêborînê bixwazin.

Piştre bi sînevîzyonekê xebatên Meclisê yên 4 salan hatin pêşandan û rapora xebatên 4 salan hat xwendin û rêzikname hat nîqaşkirin û erêkirin.

Her wiha hevserokên nû ji bo meclisê hat hilbijartin û kongere bi encamnameyekê bi dawî bû.

Share This Article