Awaz Osman ya ji bajarê Dêrikê ji ciwantiya xwe ve tabloyên ku balê dikşînin ser mijarên welatê wê, xêz dike.
Awaz ji Rojava TV re behsa behreya xwe dike.
Awaz Osman keçeke ciwan ya bi temen 17 salî ya ji bajarê Dêrikê ye. Weke ciwaniya temenê xwe, bi rîşa xwe ya ciwan û herikbar jî tabloyên rengîn û serincrakêş xêz dike.
Awazê ji 15 saliya xwe ve dest bi karê wênexêziyê kiriye. Di tabloyên behremenda ciwan de, asoyên geşbîniyê berz û bala dibin.
Ew bi baldarî û mereqeke kûr wêneyên rengîn xêz dike.
Awaz ji Rojava TV re behsa girêdana xwe ya ligel wênexêziyê dike.
Awaza 17 salî plana xwe durust kiriye ku dema derbasî zanîngehê bibe, dê her di rêwîtiya pêkanîna armancên xwe de geştê bike û li beşa hunerên bedew xwendina xwe bi dûmahîk bike.
Weke Awazê bi sedan ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên xwedî behreyên balkêş û hêja hene ku di navend û saziyên çandê de, behreyên xwe bi pêş dixînin û navê welatê xwe bi şarezatîyê û salixên baş bilind dikin.
