BEŞA ÇAND Û HUNERÊ LI KAMPA BERXWEDAN DEWREYEKE STRANAN JI ZAROKAN RE VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Beşa çand û hunerê li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê dewreyeke perwerdeyê ya taybet ji bo ‎zarokên kampê destpê kir.‎

Tevî êş û azarên koçberiyê û dûrketina ji mal û warên xwe, şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê ‎bi cih bûne, bi berxwedan û sekna xwe hêviyê diafrînin.‎

Li kampa Berxwedan, beşa çand û hunerî dewreyeke perwerdeyê ji bo fêrkirina stranan bi zimanê kurdî bi taybet ji bo fêrbûna stranan bi navê ”kulîlkên kampa Berxwdan” ‎ji zarokan re vekiriye.

Dewre di bin çavdêriya Hevserokê beşa çand û hunerê li kampa Berxwedan Ferhad Alûş de bi rêve diçe.

‎Ferhad Alûş got, ew Zarokên kampê li ser parastina resenî, çand û dîroka xwe û zêdekirina girêdana ‎xwe bi Efrînê ve perwerde dikin.‎

Share This Article