Hêzên Rizgariya Efrînê di hevpeyvînek taybet de li gel Rojava TV tekez kirin ku heta Efrînê ew ê şer bikin û gelê xwe ji dagirkeran biparêzin.
Derbarê salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Hêzên Rizgariya Efrînê taybet li gel telefizyona me axivîn.
Hêzên Rizgariya Efrînê gotin, ew ê hovîtiya li ser welatê xwe qebul nekin, ew ê bersiva dijmin bidin û gelê xwe vegerînin ser warê xwe.
Hêzên Rizgariya Efrînê tekez kirin ku heta efrîn neyê rizgarkirin û êşa gel neyê dermankirin ew ê rihet jiyan nekin.
Her wiha ji bo parastina gelê xwe ew ê erkên xwe bi cih bînin.
Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de Hêzên Rizgariya Efrînê ku ji zarokên Efrînî pêk tê hat avakirin.
HRE’ê ku bi çalakiyên xwe derbên giran li dagirkeran dide, tola her efrîniyekî ra dike û hêviyên vegerê zindî dike.
