Endamê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser “Hikmet Hebîb” Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê, berpirsyarê gurbûna krîza li welêt destnîşan kir.
Hikmet Hebîb banga aktîvkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û pêkanîna çareseriyeke domdar dike.
Gelê Sûriyeyê hêvî dikir ku bi hilweşîna rejîma Esed re, serdemeke nû dest pê bike û gel karibe ji berê bêtir di nava hawirdoreke azad de jiyan bike.
Lê tiştê ku qewimî berevajî bendewariyan bû. Krîzên mezintir bi destê desthilatdariya niha ya Şamê derktin û civaka Sûrî ber di qirkirinên mezhebî û sîstematîk re hate derbaskirin.
Li ser paşxaneya destpêkirina van şer û pevçûnan de, Endamê Gerînendeya Têkiliyan Derve ya Rêveberiya Xweser “Hikmet Hebîb” ji Rojava TV re axivî û diyar kir ku desthilata heyî berpirsiyarê vê rewşa krîzê ye.
Hikmet Hebîb diyar kir rêya çarseriyê di destê gelê Sûriyê de ye, ji ber wê divê hemû li hev rûnin û çarenûsa welatê xwe nîqaş bikin.
Li gorî belgeyên Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, li Siweydayê tenê, nêzî 1500 kes ji destpêka pevçûnan ve, hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî diyar ku 238 ji wan kuştiyan, ji aliyê hêzên Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê ve hatine îdamkirin.
