Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar Ya Kantona Firatê Mizgîn Xelîl derbarê êrîş û sûcên tirkiyê yên li dijî herêmê axivî û da zanîn ku,serketina pergala Rêveberiya Xweser ji tirkiyê re derbeyeke .
Her wiha destnîşan kir ku,tirkiyê armanc dike ku piroseya hilbijartinan têk bibe.
di demekê de ku amadebûna li darxistina hilbijartinên şaredariyan li Harêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî Harêmê zêde kirine.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di 1 hizêranê de bi daxuiyaniyekê tekez kir ku ew ê piroseya hilbijartinên şaredariyan bibin serî .
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar Ya Kantona Firatê Mizgîn Xelîl têkldarî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî destkeftiyên şoreşê nirxandin kir û got:” Tirkiyê armanc dike ku piroseya hilbijartinan têk bibe”.
Mizgîn xelîl da zanîn ku, serketina pergala Rêveberiya Xweser û li darxistina hilbijartinan derbeyeke ji kesên ku naxwazin ev piroje bi ser bikeve.
beriya niha Rêveberiya Xweser got ku lidarxistina hilbijartinan karekî hundirîn e û xeteriyê li ser tu kesî nake.
lê dagirkeriya Tirk bi hincetên ne rawa hewil dide ku piroseya hilbijartinan têk bibe.
