Xelkên bajarê Qamişlo bi boneya nêzhatina cejna Newrozê şahiyek li dar xist.
Xelkên bajêr duh êvarê li taxa Hilêliyê li ber avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk bi amadebûna gel û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, PYD û TEV – DEM şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de xelkê meşaleya Newrozê hate vêxistin, sirûdên netewî yên Kurdî hatin gotin û li dora meşeleyê govend gerandin .
Her di şahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
XELKÊN QAMIŞLO BI NÊZHATINA NEWROZÊ ŞAHIYEK LI DAR XISTIN
