Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Kantona Reqayê bi boneya 8ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, çalakvanên sivîl û Hiqûqnas beşdar bûn.
Her di çalakiyê de axaftin hatin kirin tê de tekezî li ser domandina têkoşînê heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê hat kirin.
Piştî axaftinan beşdaran mûm li goristana Şehîdan mûm pêxistin.
Çalakiya pêxistina mûm bi dirûmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.
