ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DIRBÊSIYÊ DI ROJA 2’AN DE BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Dirbêsiyê ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li dijî rêber Apo, meşiyan.

Bi sedan şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û tevgera ciwanên Şoreşger beşdarî meşê bûn.

Di meşê de, diruşmên ” Bê serok jiyan nabe ” û ” Bi şerê gelê Şoreşgerî em ê bi ser kevin” hatin berzkirin.

Meşevanan berê xwe dan konê çalakiya greva birçîbûnê û beşdarî çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de, axaftin ji aliyê endamên PYD’ê û akademiya Civaka Demokratîk ve hatin kirin.

Axêveran diyar kirin ku fikr û ramanên rêber Apo, çareserî ji bo hemû pirsgirêkên rojhilata Navîn e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Share This Article