Tevî ku civaka Êzidî gelê herî kevnar ê axa Mezopotamyayê ye, lê herdem mafên wan hatine binpêkirin û ew jî hatine jenosîdkirin.
Di Hevpeymana Civakî de Rêveberiya Xweser madeyeke taybet bi parastina mafên Civaka Êzidî veqetandiye.
Parêzer û çalakvanên sivîl diyar dikin ku Hevpeyman ji bo Êzidiyan gaveke gelekî giring e.
Piştî ku madeyên Hevpeymana Civakî gihaştin ber destê civakê û pêdeçûn li ser kirin, îcarê analîz û nirxandin li ser têne kirin.
Li gorî madeya 41’ê ya Hevpeymanê, Civaka Êzidî ku herdem di bin pişaftinê de bû, dikarin bi serbestî rêûresmên xwe pêk bînin.
Parêzer Sewsen Reşîd diyar dike ku xala parastina mafên Êzidiyan gelekî giring e û yekem car e ku di dîroka Sûriyê de gaveke wisa tê avêtin.
Her wiha çalakvanê sivîl Serdar Şerîf jî dide zanîn ku Hevpeyman li ser hîmên pirrengî û azadiyê hatiye sazkirin.
Civaka Êzidî ku gelê herî kevnar ê axa Mezopotamyayê ye, rastî 73 fermanên reş hatiye û bi domdarî ji mafên xwe yên jiyanî hatine bêparkirin, lê piştî sazkirina Hevpeymana Civakî, Civaka Êzidî geşbîn in û bi dilekî germ pêşwaziyê lê dikin.
