BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊ MIROVAN MÎTÎNGEK LI QAMIŞLO HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya roja cîhanî ya mafê mirovan rêxistina mafê mirovan ya sûriyê mîtîngek li Qamişlo li darxist.

Mîtîng Bi beşdarbûna saziyên civaka sivîl, koçber û rojnemevan li ber navenda Netewên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo hate li darxistin.

Di mîtîngê de Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma daxuyanî xwend û got pabendiya bi mafên mirovan erkeke rojane ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê kişandine hate kirin ku di encamê de armanc ew bû ku hevgirtina civakî were têkbirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li netewên yekbûyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku bi erka û berpirsyariya xwe rabin.

Share This Article