Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî, daxuyaniyek da.
Bi dehan endamên Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava û endamên Kongra Star li parka Helepçe ya Qamişlo beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, heya wergirtina agahiyekê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan, dê her hefteyê di roja Çarşemê de Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava çalakiyan li dar bixin.
Her wiha di daxuyaniyê de hevpeyvînên Rêber APO yên bi parêzeran re li ser Ekolojiyê hatin xwendin.
Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava di dawiyê de bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mirovî kir ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin.
PLATFORMA JIN A EKOLOJÎ YA ROJAVA JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ DAXUYANÎ DA
