Têkildarî 25’ê mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, endam û rêveberên saziyan ên Şehbayê tundiya li dijî jinan şermezar kirin û gotin, bi saya projeya Neteweya Demokratîk wekhevî li herêmê serwer bû.
Her wiha, diyar kirin ku rewşa jinan ya li herêmên dagirkirî têk çûye.
Ji bo avakirina jîngeheke ji tundûtujiyê dûr û wekheviya di navbera her du zayendan de, Rêveberiya Xweser gavên hevçerx davêje.
Bi rêya avakirina deste û komîteyên jin, her wiha danîna pergala hevserokatiyê ku xwe dispêre Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, projeya Rêveberiya Xweser bûye modela wekhevî û bihevre jiyanê.
Têkildarî 25’ê mijdarê, endam û rêveberên saziyan ên Şehbayê tundiya li dijî jinan şermezar kirin û gotin, bi saya projeya Neteweya Demokratîk wekhevî li herêmê serwer bû.
