Mihrîcana Çanda Neteweya Demokratîk ku bi pêşandana berhemên pêkhateyên herêmê li dar ket, di roja duyemîn de bi dawî bû.
Di roja duyemîn a mihrîcanê de bi sedan şêniyên kantona Qamişlo û Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.
Di mihrîcanê de Komên stran û govandê yên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û hin komên ji Reqa û Tebqayê berhemên xwe pêşandan.
Mihrîcan bi xelatkirina kom, hunermendên beşdar û berpirsên mîhricanê bi dawî bû.
MIHRÎCANA ÇANDA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI XELATKIRINA KOMÊN BEŞDAR BI DAWÎ BÛ
