ŞÊNIYÊN KANTONA CIZÎRÊ JI BO PIŞTGIRIYA BERXWEDANA TAXÊN HELEBÊ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi hezaran şêniyên bajarên herêma Cizîrê bi meşan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê nîşan dan.

Şêniyan di meşê de tekez kirin ku Têkoşîna me dê bidome.

Bi hezaran gelê bajarên Qamişlo, Amûdê û Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên komên çete yên Hikumeta Veguhêz li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê, xwepêşandan li dar xistin û piştgiriya xwe bi gelê van taxan re nîşan dan.

Li bajarê Qamişlo meşek ji pêşiya Çerxerêya Sonî hat lidarxistin û heta Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê dewam kir.

Li stadyûmê li ser navê Insiyatîfa Gel a Herêmê Welîd Dênglî axivî û got: “Bi van êrîşan wê nikaribin vîna gelê me bişkînin, Şêx meqsûd û Eşrefiyê wê bibin Kobaniya duyemîn. Çawa ku di Kobanê de şikestin wê di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî bişikin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.

Li Amûdê jî, şênî bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê” li Qada Jina Azad a Amûdê kom bûn.

Di meşa Amûdiyan de, wêneyên birîndarên jin, zarok û mêr ên ku di encama êrişan de birîndar bûne, rakirin.

Di meşê de Endama Kongra Star Leyla Selman axivî û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Tariq Deqorî axivîn û diyar kirin ku nakokiyên ku di nava planên li Rojhilata Navîn derdikevin, herî zêde bandorê li gelê Kurd dike. Divê Kurd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Meş bi sloganên “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.

Her bi wê mebestê, Li bajarê Girkê Legê jî bi sedan şênî li Qada Şehîd Xebat kom bûn û li kolana sereke ya bajêr meşiyan.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtingê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclisa Bajarê Girkê Legê Zekiya Berekat û Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Ehmed El-Hesen axivîn û berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd a li dijî çeteyan silav kirin û da zanîn ku berxwedana wan berxwedana gel e û hevgirtina gel dê dewam bike.

Share This Article