Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, ji bo pêşxistina sektora Tenduristiyê nexweşxaneyeke jidayîkbûnê ava dike.
Komîteya Tenduristiyê ji destpêka îsal ve dest bi avakirina nexweşxaneyê kir û proseya yekem a avakirinê bi dawî bû.
Li gorî komîteyê armanca wan pêşxistina sektora tenduristiyê û rêgirtina li pêşiya çûna ji bo deverên dûr e.
Di nexweşxaneyê de gelek beş hene û xizmeta tenduristî dê bi awayekî bêberamber were pêşkêşkirin.
Li gorî komîteya Tenduristiyê ew niha li ser proseya duyemîn kar dikin û dê hewl bidin di zûtirîn dem de, deriyê nexweşxaneyê vekin.
KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA TEBQAYÊ NEXWEŞXANEYEKE JIDAYÎKBÛNÊ AVA DIKE
