Navenda Firatê ya Lêkolînan îro komxebata “Yekrêziya Kurdî: Rêbazên xurtkirin û asoyên siberojê” li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di komxebatê de rola gelê Kurd di siberoja Sûriyê de û pêwîstiya yekîtiyê derket pêş.
Navenda Firatê ya Lêkolînan îro komxebata “Yekrêziya Kurdî: Rêbazên xurtkirin û asoyên siberojê” li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Komxebat berdewamiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ye ku di 26’ê Nîsanê de hate lidarxistin.
Hejmarek rewşenbîr, hunermendên Kurd, nûnerên ji hemû partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser, TEV-DEM’ê û MSD’ê amade ne.
Di komxebatê de Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got lidarxistina konfernasê nîşaneya asta zanebûna neteweyî ya gelê Kurd e û divê cudahiya îdeolojî di nava civaka Kurd de nebe sedema parçebûnê.
Komxebat li ser 3 xalên bi sernavên “Girîngiya xurtkirina yekrêziya Kurdî”, “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya Kurdî” û “Rola Kurdan li Sûriyeyê û bijarteyên destûrî” birêve çû.
Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” bi belavkirina kartên spasiyê li ser beşdarên komxebatê bi dawî bû.
