Hêzên Parastina Civakî ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê tevlî pêngava azadiyê ya ji bo Rêber APO bû û tekez kir ku ew ê asta têkoşînê bilind bikin.
Di daxuyaniya HPC’ê de hate gotin ku, em niha di dîrokeke hestyar re derbas dibin û li seranserî cîhanê bangên azadiya Rêber APO berz dibin.
Her wiha hate diyarkirin ku, azadiya Rêber APO, azadiya tevahî gelan e û pêwîst e her kes têbikoşe.
Di beşekî din de hate gotin ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê dixwaze vîna gelan bişkîne, lê berxwedaniya hevpar planên wan vala derdixe.
Hêzên Parastina Civakî ya Hesekê beşdarên pêngava azadiyê silav kir û beşdarî pêngava azadiyê bûn.
