PARKA 4’Ê NÎSANÊ BI COŞEKE MEZIN LI BAJARÊ HESEKÊ HATE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Encumena Kantona Hesekê duh Parka 4ʹê Nîsanê bi şahîyekê mezin li Hesekê vekirin.

Şahî bi beşdarbûna bi sedan kes ji xelkên herêmê, Hevserok û Nûnerên Rêveberiya Xweser lidarket.

di Şahiyê de gelek axaftin hat kirin ji wan Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Mitlî axivî

Îlham Mitlî vekirina parkê li xelkên Hesekê û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û got: Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser di dema heyî de lêkolîn dike ku parkên mezin li herêmê ava bike.

Têkildarî mijarê xelkên Hesekê ji RojavaTV re axivîn û wiha kêfxweşiya xwe li ser vekirina parka 4ê Nîsanê anîn ziman.

Hêjaye gotinê ku Rêveberiya Xweser bi vekirina Parka 4ê Nîsanê mezintirîn parka li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide vekirin

Share This Article