ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ TEVLÎ PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê îro bi meşekê tevlî pêngava azadiyê bûn û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Ji bo piştgiriya pêngava cîhanî ya bi dirûşma “ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşek li dar xistin.
Meş ji Çerxerêya Şehîdan dest pê kir û li ber navenda Kongra Star a navçeyê veguherî mitîngê.
Girseya gel di mîtîngê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişandin ser mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
Meş bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article