Têkildarî salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, koçberên Girê Spî daxwaza vegera li warê xwe kirin.
Îro, 4 sal di ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibin.
Ji 4 salan ve û heta niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya guhartina demografîk û qirkirina xelkên resen de sûcên şer pêk tîne.
Li ser mijarê, koçberên Girê Spî yên di kampa koçberên Girê Spî de ji Rojava TV re daxwaza vegera li warê xwe kirin.
Her wiha Hevseroka Kampa koçberên Girê Spî Ezîza Hesen diyar kir ku koçberên di kampê de ji bo vegera li warê xwe tevahî zehmetiyan derbas dikin.
Herêmên Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirina 4 salan, veguherîne navendên çeteyan.
Dewleta Tirk a dagirker jenosîdê li dijî kurdan li herêmê dimeşîne, şêniyên resen koçber dike û yên mayî jî digire
