Encumena Werzîşê ya Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, îro xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandanê bi beşdariya Endamên encumenê, klubên werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji pêşiya Kluba Ewlehiya Hundirîn dest pê kir.
Di xwepêşandanê de ciwanan bênavber dirûşmeya bimre Komplo û em ê tekez azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin, berz kirin.
Xwepêşandan li Stada Beledî veguherî mitîngê û li wir daxuyaniyek hat dayîn.
Di dawuyaniyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê berxwedan û têkoşîn berdewam bike.
