Piştî perwerde û keda 2 mehan dewreyeke şervanên Hêzên Erka Xweparastinê li akademiya Şehîd Ehmed El- Elî ya li Reqayê perwerdeya xwe bi dawî kirin. û şahiya derçûnê li dar xistin.
Fermandariya Hêzên Erka Xweparastinê, nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şervanan, beşdarî şahiya derçûnê bûn.
Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê di dewreyê de li ser waneyên bîrdozî, ramyarî û stratejiyên şer hatin perwerdekirin.
Her wiha di dewreyê de rahênan li ser çekên sivik û giran jî hatin dayîn.
Şervanên ku beşdarî perwerdeyê bûn, diyar kirin ku piştî derçûnê ew ê di parastina welatê xwe de roleke girîng bilîzin.
DEWREYEKE ŞERVANÊN ERKA XWEPARASTINÊ PERWERDEYA XWE BI DAWÎ KIRIN
