ŞÊNIYÊN MINBICÊ JI BO PIŞTGIRIYA HÊZÊN LEŞKERÎ MEŞEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read
ŞÊNIYÊN MINBICÊ JI BO PIŞTGIRIYA HÊZÊN LEŞKERÎ MEŞEK LI DAR XISTIN

Şêniyên bajarê Minbicê îro bi armanca piştgiriya Encumena Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê meşek li dar xistin.

Li dijî planên komên çete yên ku dixwazin aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin, bi sedan şêniyên Minbicê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên zarokên ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûne hedef, hatin hilgirtin.

Meş ji çerxereya Mîzan dest pê kir û li çerxereya El-Delê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û hat gotin ku, wê dijmin nikaribe aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe.
\

Share This Article