Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Suriyê îro nameyek pêşkêşî NY’ê kirin û daxwaz kirin li hember komkujiyên li Beravê Suriyê helwest nîşan bidin.
Di çarçoveya kampanyaya piştigiriya jinên Berava Sûriyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan li herêmê, daxuyaniyek da.
Bi dehan endam û rêveberên sazî û destgehên jinan ên li herêmê li pêşiya avahiya NY’ê tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de komkujiyên li dijî jinan ên li Beravê hatin şermezarkirin û hate destnîşan kirin ku di êrişên li beravê Suriyeyê pêk hatine de piranî jin hatin hedefgirtin.
Jinan bang li NY, sazî û rêxistinên navnetewî kirin ku li dijî êriş û komkujiyan dengê xwe ji bo gel bilind bikin û helwest nîşan bidin.
