Civaka islamî li seranserî cîhanê piştî meha Remezanê cejna xwe bi kêf û xweşî pêşwazî dikin.
Di rojên dawî ji meha pîroz de xelk amadekariyên cejnê dikin û liv û tevgereke zêde li nava bazaran çêdibe da ku pêwîstiyên cejna xwe peyda bikin.
Li Hesekê jî mîna her bajarî xelk serî li bazarê didin. Dayika Mihemed li bazarê dibêje liv û tevgera xelkên Hesekê ji bo pêşwazîkirina cejnê ji yên salên borî zêdetir e.
Ava Xelef jî dibêje li nava bazarê keysbazî û cûdabûn di nava nirxê keresteyan de heye.
XELKÊN JI HESEKÊ: LI NAVA BAZARÊ KEYSBAZIYA BAZIRGANAN HEYE
Ji bilî liv û tevgera xelkê li nava bazarê her dem jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade ne û di rojên ber cejnan de bergiriyên ewlehiyê zêde dikin da ku bi aramî û ewlehî xelk cejna xwe pîroz bikin.
