Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî gelek deveran pirsgirêka aborîyê heye, lê jin bi keda xwe hewldana kêmkirina zextên krîzê dikin.
Ibtîsam Elî yek ji wan jinan e ku kevneşopiyên civakî ji nav dibe û dest bi xebatê dike.
Ibtîsam ji taxa Salihiyê ya kantona Hesekê ye. Ew dayîka 5 zarokan e û ev serê 7 salan porjeya xwe ya nanê sêlê daye destpêkirin.
Ibtîsam bi keda destê xwe dixebite û debara malbata xwe dike.
Ibtîsam Elî ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku ji ber buhayên kel û pelan yên zêde, wê dest bi vê projeyê kiriye
Her wiha Ibtîsam Elî anî ziman ku roleke sereke ya jinan di pêşxistina civakê de heye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên jin ên girêdayî Rêveberiya Xweser û Kongra Star ji bo jinan gelek proje vekirine û derfetên kar ji bo jinan peyda dikin.
