LI MINBICÊ PANELEK DERBARÊ ISLAMA SIYASÎ Û BANDORA WÊ LI JIN Û ZAROKAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya ‘jin û Islama Siyasî’ navenda Lêkolîn û Parastina Jinan bi hevkariya Kongra Islama Demokratîk panelek berfireh ji bo nîqaşkirina girîngtirîn mijarên bi jinan û Islama Siyasî ve girêdayî lidarxistin.
Kesên di Panelê de beşdar behsa nîqaşên ku hatine kirin, kirin û gotin ku Islama Demokratîk di nava civakê de belav bûye ji ber wê.
Di nava panelê de behsa bandora Islama Siyasî li ser jin û zarokan hat kirin.
Her wiha girîngiya lidarxistina mîna van panelan hat vegotin ku ji bo pêşxistina jinê ne û Ol jî ji bo nirxên mirovan û belavkirina çandê ne lê bi riya Islama Demokratîk wateyên van mijaran hatine guhertin.
Tê payîn mîna van panelan li hin herêmên din jî werin lidarxistin.

Share This Article